TR KU SO
FB X
Kurdistan

Terorîstên DAISê bi ser gundekî de girtin: Sewal telef kirin û wesayîtên xelkê sewitandin

Admin H
Nivîskar
📅 31 tebax 2021 19:06

PeyamaKurd - Çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê li gundekî sînorê parêzgeha Kerkûkê bi dehan pez û sewalên hemwelatiyan telef kirin.

Berdevkê polîsê Kerkûkê Amir Nûrî ragihandiye ku îro Sêşemê danê sibehê hejmarek çekdarên DAIŞê avêtine ser gundê Dukmaş ê bajarokê Daqûqê û malên xelkê û sewalên wan gulebaran kirine.

Amir Nûrî daye zanîn ku çekdarên DAIŞê gule bi ser pez û sewalên gundiyan de barandin û piştre jî reviyan.

Berdevkê polîsê Kerkûkê daye xuyakirin, çekdarên DAIŞê ji bilî telefkirina sewalên gundiyan, otomobîl û terektorên xelkê gund jî şewitandin.

Parve bike: