TR KU SO
FB X
Kurdistan

Tifaqa Ked û Azadiyê peymana hilbijartinê ragihand

Admin L
Nivîskar
📅 08 nîsan 2023 19:58

PeyamaKurd – EHP, EMEP, HDP, SMF û TOP di Tifaqa Ked û Azadiyê de wê li 81 parêzgehan bi lîsteya Partiya Çep a Kesk beşdarî hilbijartinê bibin. Li aliyê din TÎP wê li 49 parêzgehan û 52 herêman bi logoya xwe bikeve hilbijartinê.

Tifaqa Ked û Azadiyê li Sendîkaya Mulkiyeler a Enqereyê bi civîneke çapemeniyê helwesta xwe ya li hemberî hilbijartinê û metna peymana siyasî eşkere kir.

Hevberdevkê Partiya Keskan û Pêşerojê ya Çep (Partiya Çep a Kesk) di Tifaqa Ked û Azadiyê de Îbrahîm Akîn, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Serokê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk, Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) Erdal Ataş, Endama Lijneya Serokatiya Giştî ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Perîhan Koca û Serokê Partiya Kedê (EMEP) Ercûment Akdenîz beşdar bûn.

Hevserokê Partiya Çep a Keskan Îbrahîm Akin, helwesta Tifaqa Ked û Azadiyê ya li hemberî hilbijartinê û metna lihevkirina siyasî eşkere kir.

Akîn destnîşan kir, EHP, EMEP, HDP, SMF û TOP ku di nava îtifaqê de ne, wê wek hevkarên lîsteya Partiya Çep a Kesk li 81 parêzgehan bikevin hilbijartinê. Wî diyar kir ku TÎP wê li 49 parêzgehan û 52 herêman bi logoya xwe bikeve hilbijartinan û li hemû parêzgeh û navçeyên din jî wê piştgiriyê bide Partiya Çep a Kesk.

Erkan Baş di civînê de axivî û got, “Ji ber ku di nava raya giştî de gelek tê nîqaşkirin, ez ê bi hevokekê derbaz bikim. Li Tirkiyeyê 87 herêmên hilbijartinê hene.”

“TÎP wê ji van 52 herêman beşdarî hilbijartinê bibe. Tiştekî ku ez dixwazim bi taybetî balê bikişînim ser vê yekê heye: Di encama lêkolînên pir berfireh de TÎP wê tenê li 7 herêman bikeve hilbijartinan, li herêmên ku HDP di hilbijartinên berê de wek parlamenter hatibû hilbijartin. Ev jî wiha tê şîrovekirin: Di rastiyê de ji 87 herêman li 80 herêman lihevkirineke tam pêk hatiye. Ev pêşveçûnek pir girîng e. Em bawer dikin, em dibînin, em rengvedana wê ya li kolanê hîs dikin. Tifaqa Ked û Azadiyê wê di van hilbijartinan de yek ji surprîzên herî mezin pêk bîne.”

Parve bike: