TR KU SO
FB X
Kurdistan

Tirkiyê dorpêça li ser Balafirgeha Silêmaniyê dirêj kir

📅 25 îlon 2018 02:34

PeyamaKurd - Hikûmeta Tirkiyê dorpêça li ser geştên esmanî yên Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê 3 mehên din dirêj kir.

Hikûmeta Tirkiyê ragihand, ku qedexeya li ser geştên ji bo Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê heta roja 24ê Kanûna 2018ê hatiye dirêjkirin.

Beşa peywendiyên giştî û ragihandinê ya Firokexaneya Silêmaniyê jî bi daxuyaniyekê ragihand, ku li gorî peyama ji Sîstema Balafirgehan  gihiştiye wan, dorpêça esmanî ya Tirkiyê ya li ser Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê berdewam dike.

Beriya salekê Tirkiyê geştên ji bo Hewlêr û Silêmaniyê ragirt lê paşî geştên ji bo Balafirgeha Hewlêrê dest pê kirin.

Parve bike: