Kurdistan
Tirkiye: Leskerekî me li devera operasyona Pence-Kilîd hat kustin
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, di encama teqîna teqemeniyekê de leşkerekî wan li devera operasyona Pence-Kilîd hatiye kuştin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê do ragihand û got, leşkerekî wan ê bi navê Îbrahîm Han li devera operasyona Pence-Kilîd, ji ber teqîna teqemeniyekê birîndar bûye.
Herwiha Wezaretê destnîşan kiriye, piştî bûyerê leşker rakirine nexweşxaneyê, lê tevî hemî hewldanan li nexweşxaneyê can daye.