Kurdistan
'Wê Kazimî dosyeya Singalê radestî Tirkiyê bike'
PeyamaKurd – Li gorî zanyariyên medya Iraqê yek ji mijara sereke ya serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bo Enqerê rewşa Şingalê û hebûna PKKê li wê deverê ye.
Şîrovekarên siyasî diyar dikin ku wê Kazimî di serdana xwe ya sibe Pêncşemê ya Tirkiyê de, li ser mijarên ewlekariyê û bazirganî rêkeftinên dualî îmze bike û herwiha dosyeya Şingalê jî radestî Tirkiyê bike.
Li gorî zanyariyan wê Kazimî dosyeya li ser rêkeftina Şingalê ya navbera Bexda-Hewlêrê ku nehiştina PKKê li wê herêmê misoger dike, tevî hemû hurgiliyên wê pêşkeşî Tirkiyê bike.
Herwiha hatiye diyarkirin ku mijareke din a sereke ya hevdîtinên Kazimî bi berpirsên Tirkiyê re jî zêdekirina rêjeya bazirganiyê bi kompaniyên tirk re û projeyên nû yên veberhênanê ye.