Kurdistan
Wezareta Bergiriya Tirkiyê: Li Sirnexê 2 leskeran can da
PeyamaKurd - Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyê ragihand ku di dema operasyona artêşa Tirkiyê bi ser PKKyiyan de pevçûn derketiye.
Wezaretê ragihand ku di pevçûnê 2 leşkerên wan can dane û operasyon jî hîn berdewam e.
Operasyona artêşa Tirkiyê (TSK) ev du roj in li dorûbera Şirnexê û sînorê herêma Kurdistanê berdewam dike.
Îro navrojê hatibû ragihandin ku dema pevçûna ligel PKKyiyan 2 leşkerên birîndar rakirine nexweşxaneya dewletê ya Şirnexê.
Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyê jî di daxuyaniya herî dawî de piştrast kir ku herdu leşkeran jiyana xwe ji dest daye.