Wezareta Çavkaniyên Sirûstî: Me dest bi lêkolîna êrîsa ser kêlgeha Kormorê kir
PeyamaKurd – Şêwirmendê Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê Ehmed Muftî diyar kir, dest bi lêkolîna êrîşa ser kêlgeha Kormorê kirine û berhemanîna gazê li kêlgehê didome.
Li gor Ehmed Muftî daye zanîn, lêkolîna wan li ser êrîşa moşekî ya li kêlgeha Kormorê ya li nahiya Qadir Kerem destpê kir û tîma wezaretê diçe cihê bûyerê.
Di berdewamiyê de Muftî destnîşan kiriye, berhemanîna gaza sirûştî li kêlgeha Kormorê didome.
Wezareta Çavkaniyên Sirûştî do bi daxuyaniyekê got: “Vê êvarê di saet 19:55an de bi moşekan êrîşî ser kêlgeha gazê ya Kormorê kirin, lê xweşbextane tu ziyaneke canî tune ye û bandor li ser proseya berhemanîna gaza sirûştî nekiriye.”
Herwiha Wezaretê diyar kir ku ew bi tundî vê êrîşê şermezar dikin, ku jêrxana sivîl a Herêma Kurdistanê ji aliyê komên çekdar ên ji yasayan derketine hatiye armanckirin.
Wezareta Çavkaniyên Sirûştî eşkere kir, di nava du mehên borî de çar car êrîşî kêlgeha Kormorê hatine kirin.