Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Kurdistanê: Hinartina petrolê gaveke erênî ye
PeyamaKurd - Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê, îro 3yê Sibatê derbarê nûjenkirina yasaya bûdçeya Iraqê de daxuyaniyek belav kir.
Wezareta Çavkaniyên Xwezaylî ragihand, “Wezareta Çavkaniyên Xwezayî pesendkirina sererastkirin û nûjenkirina yasaya bûdçeya Iraqê ya derbarê nirxê derxistin û veguhestina petrolê li Parlamentoya Iraqê û destpêkirina hinartina petrolê wek gaveke erênî ji bo gihîştina bi çareseriya dawî ya pirsa petrolê dibîne."
Wezaretê da zanîn: “Em hêvîdar in ku ev pêngav bibe destpêka qonaxeke nû ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan û Wezareta Petrolê ya Federal jî kar ji bo bicihkirina yasayê û derbaskirina hemû pirsgirêkan û amadekirina tedbîrên teknîkî bike.”
Hêjayî gotinê ye, Parlamentoya Iraqê doh 2yê Sibatê bi piraniya dengên endaman deng li ser sererastkirina qanûna budceya giştî ya federalî û madeya 12ê ya girêdayî hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê da. Li gorî wê biryarê Herêma Kurdistanê her roj 400 hezar bermîlên petrolê dide destê kompaniya SOMOyê.