TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezareta Tenduristiya Kurdistanê ji civaka navdewletî alîkariyê dixwaze

Admin H
Nivîskar
📅 03 adar 2020 20:26

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rêgîrtina li belavbûna vîrusa korona daxwaza alîkariyê li civaka navdewletî dike.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, civîneke hevbeş navbera Wezareta Tenduristiyê û Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû konsolxane û nûnertiyên welatan li Hewlêrê îro dê pêk were.

Hat diyarkirin ku Wezareta Tenduristiyê ligel rewşa Herêma Kurdistanê ya li hember vê nexweşiyê û derbarê wê de wê agahdariyê bide, daxwaz û bangewaziyê jî ji civaka navdewletî û welatan û rêxistinên ser bi Netewên Yekbûyî bike, daku di rêgirîkirina belavbûna vê nexweşiyê de û dabînkirina pêwîstiyên bijîşkî de alîkarîyê bidin Herêma Kurdistanê.

Parve bike: