TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezîrê Navxwe: Reformên hikûmetê û berjewendiyên hin aliyan hevdu nagirin

Admin H
Nivîskar
📅 08 berfanbar 2020 00:21

PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand ku beşeke mezin a kêşeyên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê rûbirû dibe ji ber destpêkirina reforman e û got, "Hewldanên hikûmetê ji bo cîbicîkirina proseya reforman, ligel berjwendiyên hinek aliyan nagunce."

Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed di merasîma destbikarkirina Qaymeqamê nû yê navçeya Soranê de got: “Kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî, cîbicîkirina proseya reforman û xizmetkirinê, kiriye karê xwe yê ewil û ev kabîne li ser cîbicîkirina bernameya çaksaziyê berdewam dibe û divê ev prose bi ser bikeve.”

Rêber Ehmed destnîşan kir, kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser xizmetguzariyan berdewam dibe û hemû hewldanên xwe dide, da ku ew xizmetguzariyên li navendên parêzgehan hene, ji bo bajar û bajarok û gundan jî veguhezîne.

Parve bike: