TR KU SO
FB X
Kurdistan

Xortê ku ji Stenbolê çû Diyarbekirê di çemê Dicle de xeniqî

Admin H
Nivîskar
📅 24 hezîran 2020 23:41

PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê, xortekî 17 salî bi navê Mehmed Okmen ku ji bo xwe hênik bike ket nav çemê Dicleyê di çem de winda bû û xeniqî.

Hat zanîn ku ew xort ji bajarê Stenbolê çûye navçeya Sûrê bo serdana xizmên xwe û ji bo xwe hênik bike ketiye nav ava çemê Dicleyê.

Mehmet Okmen dema dikeve çem ber avê de diçe û ji ber çavan winda dibe. Piştî ku welatî berpirsa agahdar dikin, tîmên hawarçûnê û ambulans tên cihê bûyerê.

Hat diyarkirin ku piştî xebata tîmên rizgarkirinê termê Okmen ji nav çem hatiye derxistin û bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin.

Parve bike: