Kurdistan
Xortekî 14 salî di ava newalê de fetisî
PeyamaKurd- Li bajarê Agiriyê li navçeya Tûtaxê li gundê Hacîbotiyê (Dikbıyık) xortê bi navê Özgur Sadık ê 14 salî bo xwe hînik bike, bi hevalên xwe re ket ava newal a Cem ê û di avê de fetisî. Hevalên wî dema dibînin ku Sadık ji binê avê derneket, xeberê didin gundiyan û eqrebayan.
Dema mirovên wî jî nikarin Sadık bibînin, xeberê didin tîmên AFAD ê û cendirmeyan. Bi taqîba seyên perwerdekirî û bi xebata dronan, termê Sadık di ritama avê de, di çamûrê de dibînin.
Piştî dîtina cesed, cenazê Özgur Sadık dibin morga nexweşxaneya dewletê ta Tûtaxê.