TR KU SO
FB X
Kurdistan

Xwendevana di êrîşa Maraşe de birîndar bû, piştî 18 rojan wefat kir

Admin M
Nivîskar
📅 03 gulan 2026 15:35

PeyamaKurd – Di êrîşa ser dibistana navça Onikişubatê ya bajarê Maraşê de xwendevana keç ya bi navê Almina Ağaoğlu (11) ya birîndar bûbû, piştî di nexweşxanê de 18 roj têkoşîna jiyanê dida, li nexweşxanê can da.

Bi wefata Alina Ağaoğlu re jimara candayên êrîşa ser dibistanê bû 10 kes.

Di êrîşa ser dibistana nevendî ya bi navê Ayser Çalık de ku êrîş ji aliyê İsa Aras Mersinli de hatibû kirin û hem bavê wî Uğur Mersinli mudirê û sermufettîşê emniyetê bû, bi 5 çek û 7 jarjûran avêtibû ser dibistanê û Almina Ağaoğlu jî bi 2 guleyan birîndar kiribû.

Di dema êrîşa ser dibistanê de êrîşker İsa Aras Mersinli jî miribû.

Malbata keçikê cenazê Almina Ağaoğlu bir morga Tib a Edlî ya bajarê Maraşê. Piştî otopsiyê dê cenaze bibin goristana bajêr ya Kapıçamê defin bikin.

Parve bike: