TR KU SO
FB X
Kurdistan

YNKê 80êmîn salvegera damezrandina PDKê pîroz kir

Admin H
Nivîskar
📅 16 tebax 2026 15:09

PeyamaKurd - Nivîsîngeha Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi helkefta 80emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) peyameke pîrozbahiyê Nivîsîngeha Siyasî, endam û alîgirên PDKê kir.

Di peyamê de hat diyar kirin ku YNK geşbîn e ku xebata hemû aliyên siyasî li ser bingeha armancên neteweyî û demokratîk bê birêvebirin da ku Kurdistan û herêm ji vê qonax û rewşa heyî derbas bibe.

Di berdewamiya peyamê de, YNKê tekez li ser girîngiya pêkvekarkirin û hewldanên hevbeş kir û destnîşan kir ku ev keda hevpar ji bo payedarkirin û rastvekirina berpirsiyarane ya ezmûna Herêma Kurdistanê pêdiviyeke bingehîn e.

Parve bike: