Kurdistan
Zanko ya Dicle: Keç a 21 salî ne ji koronavîrusê miriye
PeyamaKurd- Li ser gotinên ku keçeka 21 salî li nexweşxane ya Zankoya Dîcle ya Diyarbekirê de ku bi nexweşîna koronavîrusê miriye, beyanekî da û got ku ev mijar derewe. Beyana Zankoyê weha ye:
“Nexweş, bi temamî bi sedema nexweşîneka dinê wefat kiriye. Lê ew teşxîsa pêş ku ewilî lê hatiye danîn derxistine pêş û weka ku ji wê nexweşîne miribe nîşan danê. Belegeyên di pey de û teşxîsên di pey de nehatine nîşandan. Ew kesên ku bûne sedem wê di derbreyê wan de lêpirsîn bê kirin.”