TR KU SO
FB X
Magazîn

Dibe 7 mîlyon Rûs tatîla xwe li Tirkiyê derbas bikin

Admin M
Nivîskar
📅 19 hezîran 2021 03:23

PeyamaKurd – Serokê Yekîtiya Endustriya Tûrîzmê yê Rûsyayê Andrey İgnatiyev got ku dibe îsal 7 mîlyon Rûs li Tirkiyê tatîla xwe bikin. İgnatiyev, bo ajansa Rûs ya TASS ê ragihand ku ji meha nîsanê heya hezîranê, 1,5 mîlyon hemwelatiyên Rûsyayê plan kirine da tatîla xwe li Tirkiyê bikin. İgnatiyev got ku ew amade ne piştî 22 ê hezîranê tûrîstên Rûsyayê bişînin Tirkiyê û weha dewam kir:

“Eger pandemî îznê bide, îsal 7 mîlyon Rûs dikarin li Tirkiyê tatîla xwe bikin.”

Navenda Têkoşîna bi Kovid-19 ê re ya Rûsyayê ragihand ku seferên di 22 ê hezîranê de destpêbikin, di nav wan seferan de seferên charter jî hene.

Parve bike: