Magazîn
Google dengê we guhdar dike
PeyamaKurd – Li gorî raporteke VRT NWS a Belçîkî servîseke google ya bi navê Google Asistan dengê bikarhêneran bi dizî guhdar dike û beşek ji wan dengan jî tomar dike.
Hat îdiakirin ku Google zêdetirî bi hezaran deng bi awayekî nepen guhdar kirine û 153 ji wan dengan jî tomar kirine.
Li gorî raportê google dema bikarhêner bi telefonên xwe bi hinekê din re dipeyivin jî guhdar kirine.
Kompaniyên teknolojiyê yên zîrekiya çêkirî dibêjin, guhdarkirina dengan ji bo pêşxistina zîrekiya çêkirî neçariyek e ku ev kiryar jî rastî bertekan hatiye.
Beriya niha jî asîstana dengî ya Amazonê bêyî destûra bikarhênerên Alexayê guhdariya xelkê kiribû.