Magazîn
Ji Twitterê biryara coronavirusê...
PeyamaKurd – Twitterê ji bo agahiyên rast ên derbarê vîrusa koronayê û derziyên hatine bipêşxistin de, bên belavkirin û rê li ber zanyariyên zirarmend bigire biryar da.
Li gorî wê biryarê tora medya civakî ya herî berbelav li cîhanê Twitterê ragihandiye, ew dê ji hefteya pêşiya me û pê de, zanyariyên şaş, nerast û zirarmend ên derbarê derziyên Covid-19 de têne belavkirin jê bibin.
Herwiha li gorî wê biryara twitterê wê daxuyanî û agahiyên ku derzîkirina bo vîrusa koronayê nebaş nîşan bidin jî rake yan jî li ser wan parvekirinan ronîkirineke wekî; ‘agahiya xelet’ û ‘derveyî rêzikan’ deyne.
Li gorî amarên dawî hejmara pêketiyên koronayê li seranserê cîhanê gihîştiye nêzîkî 75 milyon kesan û nêzî milyonek û 700 hezar kes jî pê mirine.