Cixara elektronîk bû sedema nexwesîneka nediyar
PeyamaKurd- Amerîka bi encama bikaranîna cixara elektronîk re ketiye belayê. Bi sedema kişandina cixara elektronîk nexweşîneka ku navê tine ye û ne diyar, di nava cixarekêşên elektronîk de peyda bûye. Ev nexweşîn di mehên havînê de derketiye holê û bo pêzanîna nexweşînê rêxistinên tenduristiyê ketine nava tevgerê.
Ji Navenda Kontrola Nexweşîn û Parastinê ya Amerîkayê hat ragihandin ku di navbera 28 ê hezîranê û 20 ê tebaxê de, li seranserê welat li 16 eyaletan, di 153 kesên ku cixara elektronîk dikşînin, bi giliyên nexweşîna pişikê seredana navendên tenduritiyê kirine.
Di sitendina nefesê de zor û zahmetî, nefesbirîn, êşa singî, carna vereşandin, îshal û westandin nîşanên nexweşînê ne. Rêxistinên tenduristiyê xwestin ku giliyên weha li ku dera welat hebin, divê agahî bidin wan.
Lêkolînên di derbarê nexweşînê de berdewam e.