Tendrûstî
Îngîltere bo Iraqê 336 hezar doz derziya Kovid-19 ê sand.
PeyamaKurd – Dewleta Iraqê ragihand ku wan 336 hezar doz derziya Kovid-19 ê ya AstraZeneca yê ku ji Îngîltere bo Iraqê hat şandin teslîm sitendine.
Berdevkê wezareta tenduristiyê yê Iraqê Seyf Bedr bo çapemeniyê ragihand ku di çarçoveya bernama belavkirina derziya Kovid-19 ê ya ji aliyê WHO yê de, derziyên ji Îngîltere hatine şandin bo Bexdayê teslîm sitendine.
Di wexta derman gihaye balafirgeha Bexdayê, wezîrê tenduristiyê yê Iraqê Hesen Temîmî jî li balafirxanê amade bûye.