TR KU SO
FB X
Tendrûstî

Li Çînê 60 milyon kes xistin karantînayê

📅 24 rêbendan 2020 17:04

PeyamaKurd - Li welatê Çînê heya niha 25 kes ji ber 2019-nCoVê jiyana xwe ji dest dane. 

Li gor daneyên fermî ew vîrûs ketiye laşê 830 welatîyên Çînê. Tê texmînkirin ku ev vîrûs curreyekê nû yê vîrûsa Korona ye. Bajarê ku cara pêşî 2019-nCoVê lê hatî dîtin bajarê Wuhanê ye.

Rêveberiya Çînê bajarê ku 11 milyon kes lê dijîn xist karantînayê ango çûnûhatina bajarî hat rawestandin. Ji bilî Wuhanê li 9 bajarên din jî biryara karantînayê hat dayin.

60 milyon kes li wan cihan dijîn ku lê karantîna hatiye îlankirin.

Gelek pîrozbahî û civîn hatin betalkirin.

  • Pîrozbahîyên sersala nû yên Pekînê hatin betalkirin.
  • Karnavaleka navneteweyî ya li Hong Kongê hati betalkirin.
  • Şampiyoniya bdmintonê ya Hong Kongê hati betalkirin.
  • Pîrozbahiyên sersalê yên li Macauyê hatin betalkirin.
Parve bike: