Nexweşiya Hantavîrus çiye, çawa belav dibe?
PeyamaKurd - Vîrusa Hantayê (Hantavîrus) ku bi piranî bi rêya mişk û cewaran derbasî mirovan dibe, piştî dîtina çend haletan li ser keştiyeke geştyariyê ya li Başûrê Atlantîkê careke din kete rojeva cîhanê.
Ev nexweşiya vîral ku cara ewil di salên 1950î de di dema Şerê Koreyê de hatibû tespîtkirin, dikare bibe sedema nexweşiyên giran ên pişikan û têkçûna gurçikan.
Pispor radigihînin ku her çend ev vîrus bi piranî ji mirov derbasî mirov nebe jî, rêjeya mirinê di hin cureyên wê de heta %30-40an bilind dibe, lewma hişyarî li geştyar û karkerên çandiniyê dikin.
Rêyên vegirtinê û nîşaneyên nexweşiyê
Vegirtina herî belav a Vîrusa Hantayê bi bêhnstendina toza ku ji mîz û pîsiyên mişkan li hewayê belav dibe pêk tê, lê bi gezkirin an jî destdana li rûyên pîsbûyî jî dikare derbasî laş bibe.
Nexweşî di destpêkê de bi taya zêde, êşa masûlkeyan û bêhaliyê xwe nîşan dide. Lê di qonaxên pêş de dikare bibe sedema avbûna pişikan ku wekî "Sendroma Pulmoner a Hantavirus" tê binavkirin.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) pêşniyar dike ku ji bo parastinê, divê cihên girtî û tozî berî paqijiyê baş werin hewadarkirin û di dema paqijkirinê de jî maske û lepik werin bikaranîn daku pêşî li kişandina tozên xeter bê girtin.