Testa koronayê di 15 deqeyan de encam dide
PeyamaKurd- Wezareta Tirkiyê ya saxlemiyê tedbîrên li dijî koronavîrusê zêde dike û niha testa vîrusê di 15 deqeyan de encamê dide. Kît a testa vîrusê ya ku di 15 deqeyan de encam dide, li Wezareta Saxlemiyê li labaratuwara mîkrobiyolojiyê de hat kirin. Doktora mîkrobiyolojiyê Yasemin Coşkun ragihand ku test li serwîsên lezgîn bi awayeka bilez û bi bawerî dikare encam bide.
Wezaret, wê kîtên testan yên ku di 60-90 deqeyan de û di 15 deqeyan de encaman didin, bikarbînin. Wezîrê saxlemiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand ku biryare dane, wê kîtan li temamê Tirkiyê belav bikin. Danasîna kîtan di labaratuwara Saxlemiya Giştî ya Gel, di labaratuwara Vîroloji yê de hat kirin.
Testa vîrusê bi sitendina mûkoza ya difnê (bêvil) an ya dev distînin û li ser nûmûnê testê dikin.