TR KU SO
FB X
Tendrûstî

Tirkiye dest bi çêkirina dermanê seretanê kir

Admin M
Nivîskar
📅 19 mijdar 2018 00:02

PeyamaKurd- Tirkiye dest bi çêkirina dermanê ewil yê seretanê kir. Çêkirina derman di çarçoveya projeyekê de çêdibe. Dermanê ewilî di labaratuara navenda gen de tê çêkirin.

Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Varank seredana navendê kir û hemî pêvajoyên çêkirina derman şopand. Proja ku niha li serê xebat têkirin bo dermanê seretana stû û seriye. Bi teknolojiyeka cuda çêdibe. Bi vê projeya bi navê biyobenzer dikarin 180 dermanan çêbikin. Proje ya hevkare û piştî derman çêbibin, wê teslîmê şîrketa hevpar bikin.

Rêvebirê labaratuarê weha got:

“Ew dermanê ku me di çarçoveya projeya BİOSİM de bipêşxist, di tedawiya seretana stû û serî de tê bikaranîn. Em jî piştî genê hucreyê bipêş dixin. Ew hucreya ku antikorê bipêş dixe, em wê bipêş dixin. Lê gelek bihaye. Bihayê 1 kg ekî 1 mîlyon dolare.”

Parve bike: