TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

VÎDEO- Mem Ararat: 12 sal in keda min tê xwarin, ez ne xulamê kesî me!

Admin H
Nivîskar
📅 16 gulan 2026 09:07

PeyamaKurd - Hunermendê navdar ê Kurd Mem Ararat, bi peyameke vîdeoyî ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir, bêdengiya xwe ya li dijî kedxwariya wî ya 12 salan ji aliyê Kom Muzîk û alîgirên wê şikand.

Ararat bi awayekî eşkere KOM Muzîk û birêvebirê wê Erdal Avci kirin armanc û ragihand ku ev 12 sal in bêyî ku bi qasî serê derziyê kedeke wan hebe, dest danîne ser berhem û keda wî.

Hunermendê naskirî diyar kir ku ji ber kampanyayên reşkirinê yên li ser torên civakî neçar maye van rastiyan eşkere bike û got: "Sebra min jî sînorekî wê heye. Ma ev ne dizîna kedê û zilm e? Ez ne xulamê bavê ti kesî me."

Ararat destnîşan kir ku ew ne li dijî partî yan saziyên Kurdan e, lê bi ti awayî "koletiyê" qebûl nake û êdî derî û paceyên wî ji pola ne û heta hetayê li rûyê wan girtî ne.

 

 

Paşxaneya aborî û jiyana hunerî ya Ararat

Mem Ararat di peyama xwe de bal kişand ser zehmetiyên ku dikişîne û da zanîn ku wî gelek caran di rewşên aborî yên pir nebaş de jî mesrefên xwe û muzîkjenên xwe ji kîsê xwe daye da ku beşdarî bernameyan bibe, lê tevî vê fedaşeyiyê jî tenê bêwefayî dîtiye.

Derbarê Mem Ararat de:

Mem Ararat ku di sala 1981ê de li gundê Girkê Şêxê yê ser bi Dêrika Mêrdînê ve ji dayîk bûye. Albûmên Ararat ên serkeftî yên wekî “Quling, Ewr û Baran”, “Kurdîka”, “Xewna Bajarekî”, “Niştiman” û “Pesnê Evînê” hene.

Ararat bi şêwaza xwe ya modern a muzîka Kurdî lûtkeyeke girîng a hunerê ava kiriye û li seranserî Kurdistan û Ewropayê xwedî girseyeke mezin a hezkiriyan e.

Parve bike: