TR KU SO
FB X
Tendrûstî

Xebatkarên tenduristiyê wê bê pere bi alavên dewletê herin û werin

Admin M
Nivîskar
📅 30 tebax 2020 01:57

PeyamaKurd- Biryara xebatkarên tenduristiyê ku heya dawiya salê bi alavên dewletê bê pere herin û werin ji aliyê serokkomar Tayip Erdoğan de hat îmzakirin û di rojmana fermî ya Tirkiyê de hat belavkirin.

Bi vê biryara serokkomariyê wê xebatkarên tenduristiyê karibin pê pere li alavên Marmarayê, Başkentrayê û İZBAN ê heya dawiya salê siwar bibin.

Ji vê biryarê wê 1 mîlyon û 278 xebatkarên tenduristiyê fêde bibînin. Li gor biryarê tenê xebatkarên li Ankara, Îstenbol û Îzmîrê dikarin fêde jê bibînin.

Parve bike: