TR KU SO
FB X
Werzis

Agît Kabayel dîrok nivîsand: Bû yekem şampiyonê Kurd ê Cîhanê

Admin H
Nivîskar
📅 28 hezîran 2026 13:19

PeyamaKurd - Boksorê kurd ê navdar Agît Kabayel, di 27ê Hezîrana 2026an de bi biryara Konseya Boksa Cîhanê (WBC) wekî Şampiyonê Cîhanê yê Sîkleta Giran hat îlankirin.

Ev serkeftina mezin piştî wê yekê hat ku şampiyonê cîhanê yê Ukraynayî Oleksandr Usyk biryar da ku dev ji hemû unwanên xwe yên sîkleta giran berde. Bi vî rengî, WBCyê kembera kîloya giran rasterast da Kabayel.

Agît Kabayelê 34 salî ku di pêşbirkên xwe de serkeftinên xwe ba Alaya Kurdistanê pîroz dike, bi vê serkeftinê du tomarên dîrokî li pey xwe hiştin.

Agît, di dîroka Kurdan de bû yekemîn boksorê kurd ku dikişe ser textê sîkleta giran a cîhanê.

Herwiha giştî efsaneyê boksê Max Schmeling (ku di sala 1932yan de ev unwan girtibû), piştî tam 94 salan Kabayel bû yekemîn welatiyê Almanyayê ku dibe şampiyonê cîhanê yê sîkleta giran.

Kabayel ji rojnameya Bildê re hestên xwe wiha anî ziman: "Ez gelekî serbilindim ku piştî 94 salan, ango piştî Max Schmeling bûm yekemîn şampiyonê cîhanê yê sîkleta giran ê Almanyayê. Min xeyala xwe pêk anî."

Pêvajoya Kariyera Agît Kabayel û banga li Usyk

Kabayel berî ku bibe şampiyonê fermî, xwediyê unwanê “şampiyoniya demkî” (interim) ya WBC’yê bû û ji aliyê Kovara Ringê (The Ring) ve di rêza 4an a cîhanê de dihat nîşandan. Wî herî dawî di 11ê Kanûna îsal de li bajarê Oberhausenê li hemberî boksorê Polonyayî Damian Knyba kembera xwe ya demkî bi serkeftî parastibû.

Kabayel gelek caran hewldan da ku di rîngê de derkeve pêşberî Oleksandr Usykê 39 salî û di mehên borî de bi vîdyoyekê rasterast bang li wî kiribû û gotibû: "WBC vê maçê dixwaze, alîgir jî dixwazin, werê em bikin!" Lê belê piştî vekişîna Usyk, konseyê kember rasterast da Kabayel.

Agît Kabayel kî ye?

Agît Kabayel 23yê Îlona 1992an li bajarê Leverkusen ê Almanyayê hatiye dinê. Malbata wî di dawiya salên 1990î de ji navçeya Bazarcixê ya Mereş a Bakurê Kurdistanê koçî Almanyayê kiriye. Di 18 saliya xwe de 23yê Hezîrana 2011an li Wuppertalê dest bi boksa profesyonel kir.

Di salên 2014, 2017, 2018 û 2019an de gelek caran bû Şampiyonê Ewropayê. Di sala 2024an de jî Şampiyoniya Parzemîna Amerîkayê ya WBCyê û Şampiyoniya Amerîkaya Bakur a NABOyê bi dest xistin.

Parve bike: