TR KU SO
FB X
Werzis

Arjantîn a bi Messî bû sampiyonê Copa Amerîka

Admin H
Nivîskar
📅 11 tîrmeh 2021 13:30

PeyamaKurd – Tîma Hilbijardeya Arjantînê di fînala Copa Amerîka de, bi encama 1-0 li hember tîma Brezilyayê bi ser ket û bû şampiyon.

Hilbijardeya Arjantîn û Brezîlyayê di fînala Copa Amerîka de îro danê sibehê li stadyuma Maracana ya li bajarê Rio de Janeiro derketin pêşberî hev.

Arjantînê bi encama 1-0 tîma Brezîlyayê têk bir û nasnava 15emîn a Copa Amerîka wergirt ku ji sala 1993yan wernegirtibû.

Gola tekane ya yariyê ji aliyê Angel De Maria ve di xuleka 22 de hat tomarkirin.

Herwiha ev nasnava yekem e ku Lionel Messi bi hilbijardeya welatê xwe re bi dest dixe.

Messi wek stêreke geş di Kûpaya Amerîka de hat zanîn ku di vê çapê de 4 gol tomar kiribûn û 5 gol jî amade kiribûn.

Parve bike: