Barça bû fînalîstê dawîn
Di rovanşa dawîn a tura 16mîn a Lîga Şampiyonan de Barcelonayê Chelsea kir mêvan û bi encama 3-0 jê bir û bû fînalîstê dawîn a ku derket fînala çaryekê.
Tîma Spanyayê Barcelona di pêşbirka ewil a tura 16mîn a dawîn de bi Chelseayê re 1 û 1 beramber mabû û di pêşbirka rovanşê da Chelsea ya tîma Birîtanyayê li stada Camp Nouyê kir mêvan.
Lîonel Messî di xuleka duyem de gola di jiyana xwe de ya herî zû tomar kir û Barcelonayê 1 û 0 bi pêş xist.
Di xuleka 20ê de Ousmane Dembele li ser navê Barcelonayê goleke din tomar kir û encam bû 2 û 0 û nîva ewil bi vê encamê qediya.
Di xuleka 63yemîn a pêşbirkê de Messî careke din xwe nîşan da û di pêşbirkê da gola xwe ya duyemîn û ya tîma xwe ya sêyemîn tomar kir.
Piştî vê ji herdu tîman jî tu gol nehat û Barcelonayê li hemberî Chelseayê 3 û 0 pêşbirk qezenc kir û derket fînala çaryeka Lîga Şampiyonan.
Ji Îspanyayê Real Madrid, Sevilla û herî dawîn Barcelona, ji Birîtanya Liverpool û Manchester City, ji Îtalyayê Juventus û Roma û ji Almanyayê jî Bayern Munîh bi tevahî 8 tîm derketin fînala çaryekê.