Werzis
Barcelonayê stêrek dî tevlî kadroya xwe kir
PeyamaKurd - FC Barcelona û Bordeauxê di mijara transfera yarîzanê Brezîlî Malcom Filipe Silva de Oliveira de gihîştin encamê.
Di peymana bi 41 milyon euroyî de bonusên (prîm) bi bihayê 1 milyon euroyî jî hene.
Malcom Filipeyê temen 21 salî, bo 5 heyaman, heya heyama 2022/23 dê peymanê îmze bike.
Malcom dê roja sêşemê here Barselonayê û weke kevneşopiyekê, li avahiya kulûbê dê wêneyê wî yê bi formayê Barcelonayê bi çapemeniyê re bê parvekirin.
Roja çarşemê wê di kontrola tendirustiyê re derbas bibe û paşî dê tevlî tura Barcelonayê ya li Amerîkayê bibe.
Malcom, bi şûtên ji dûr bibandor, çalak û wek golker (forwed) tê zanîn. Her çiqas çep be jî bi rastê xwe jî baş dilîze. Yarîzanekî pir bilez e û li gor futbola Barçayê teknîka wî baş e.