TR KU SO
FB X
Werzis

Cizrespor ji ber zilma hekem û reftarên nijadperest ji lîgê vedikise

📅 04 sibat 2020 17:14

PeyamaKurd - Tîmeke fûtbolê ya Bakûrê Kurdistanê, ji ber reftarên nijadperestane û zilma hekeman û Federasiyona Fûtbolê ya Tirkiyê (TFF) ji dest ji yarî û hevrikiyan berda.

Tîma fûtbolê ya bajarê Cizîrê yê Bakûrê Kurdistanê, Cizrespor ku di lîga sêyemîm a Tirkiyê de dileyîze, ragihand ew êdî nikarin neheqî û zilma ku ji aliyê Federasiyona Fûtbolê ya Tirkiyê (TFF) û hekeman ve li wan tê kirin, di lîgê de bimînin, ji ber wê jî bi temamî ji lîgê vedikişin.

Cizresporê daye zanîn ku ji bilî zilm û neheqiyê, rastî reftarên nijadperestane yên hekeman û TFF jî tên ji ber wê jî êdî tehemula wan nemaye û ji lîgê derdikevin.

Tîma Cizrespor, ku sala 1972 hatiye avakirin, di rêza dehemîn sa lîga sêyem de ye.

Parve bike: