Werzis
Di Kûpa Cîhanê de 16 tîmên qonaxa 16an diyar bûn
Di Kûpa Cîhanê ya FIFA 2026an de piştî temambûna yarî û pêşbaziyên qonaxa 32 tîman, hevrikên qonaxa 16 tîman eşkere bûn.
Welatên ku mazûvaniya vê şampiyoniyê dikin, anku Amerîka, Kanada û Meksîka, her yek ji wan serkeftin bi dest xistin û hevrikên xwe têk birin ketin nav 16 tîmên dawî.
Di vê qonaxê de ji parzemîna Asyayê tu tîman nekarîn cih bigirin. Lê belê ji parzemîna Ewropayê 7 welat, ji Amerîkaya Başûr 4 welat, ji Amerîkaya Bakur 3 welat û ji parzemîna Afrîkayê jî 2 welatan mafê tevlîbûna qonaxa çaryek-fînalê bi dest xist.
Hevrikî û yariyên qonaxa 16 tîman a Kûpa Cîhanê ya FIFAyê wiha ne:
- Kanada - Fas
- Paragûay - Fransa
- Amerîka - Belçîka
- Portûgal - Spanya
- Brezîl - Norwêc
- Meksîko - Îngistan
- Arjentîn - Misir
- Swîsre - Kolombiya