TR KU SO
FB X
Werzis

Kickboxingê Kurd bu yeke li ser asta Yekîtiya Ewropa

Dilges Osman
Nivîskar
📅 01 tîrmeh 2018 20:09

PeyamaKurd - Ehmed Yûsif Ebdo, pêlewanê (Kickboxing) duh li bajarê Dresden yê Almanya, bi gurzeke kujinde zora pêlewanê Denîmarkê bir û bi wê yekê Ehmed Ebdo wek pêlewanê yekem ser astê welatên Yekîtiya Ewropa di lîstika (Kickboxing)ê de, ji kêşa (67) kîloyan re biser ket û piştîneya Yekîtiya Ewropa bidest xist.

Ehmed Ebdo bi pêçana ala Kurdistanê li ser milê xwe serketina xwe tomar kir.

Pêlewanê Kurd Ehmed Yûsif Ebdo di sala 2000an de, li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê jidayik bû û ev çend sal in, li gel malbata xwe li welatê Almanya dijîn.

Parve bike: