Manchester United herî biqîmet e
PeyamaKurd – Kulûba Manchester United ya Îngiltereyê di nav kulûbên fitbolê da kulûba herî bi qîmet e.
Li gor lêkolîna kovara Forbesê ku dahatên sezona 2016-2017an jî hesab kiriye, qîmeta Manchester Unitedê ji sedî 12 zêde bû û derket 4.12 milyar dolarî û di rêza kulûbên herî biqîmet da li ser hev cara duyemîn bû yekemîn.
Dû Manchester Unitedê ra bi qîmeta xwe ya 4,08 milyar dolarî va Real Madrida tîma Spaniyayê tê. Barcelonaya tîma Spaniyayê jî bi qîmeta xwe ya 4,06 milyar dolarî va di rêza sêyem da ye.
Lîsteya 10 kulûbên fitbolê yên herî biqîmet ên sezona 2016-2017an wiha ye:
|
Kulûb |
Welat |
Qîmeta piyaseyê (dolar) |
|
|
1 |
Manchester United |
Îngiltere |
4,12 milyar |
|
2 |
Real Madrid |
Spaniya |
4,08 milyar |
|
3 |
Barcelona |
Spaniya |
4,06 milyar |
|
4 |
Bayern Münih |
Almanya |
3,06 milyar |
|
5 |
Manchester City |
Îngiltere |
2,47 milyar |
|
6 |
Arsenal |
Îngiltere |
2,23 milyar |
|
7 |
Chelsea |
Îngiltere |
2,06 milyar |
|
8 |
Liverpool |
Îngiltere |
1,94 milyar |
|
9 |
Juventus |
Îtalya |
1,47 milyar |
|
10 |
Tottenham |
Îngiltere |
1,23 milyar |