Werzis
Manchester Unitedê bi ferqeke mezin dest bi Premier Lîgê kir
PeyamaKurd – Di yekem yariya Premier Lîg a Brîtanyayê ya dansala 2019-2020an de, Manchester United û Chelsea derketin pêşberî hev.
Mancehester Unitedê di yariya hefteya yekem a dansalê de, bi 4 golan Chelsea têk bir û bi encama 4-0 di Premier Lîgê de bi awantaja averajê bû tîma rêza yekem.
Golên Mancehester Unitedê di xuleka 18an de bi avêtina penaltiya Rashford, di xuleka 65an de bi gola duyem Rashford û dîsa di xuleka 67an de heman futbolîzê jêhatî Rashford gola 3yem avêt nav tora Chelseayê û encam bû 3-0.
Yariya hefteya yekem bi gola dawî ya James a xuleka 81an û encama 4-0 bidawî bû.