Namo Fazil bi alaya Kurdistanê cîhan hejand
PeyamaKurd - Lîstikvanê jêhatî û qehreman ê Kurd ê MMAyê Namo Fazil, di yekemîn çalakiya werzişî ya zindî ya platforma Netflixê de ku li Salona Intuit Dome ya bajarê Los Angelesê yê Amerîkayê hat lidarxistin, serkeftineke dîrokî bi dest xist.
Namo Fazil rûbirûyî hevrikê xwe yê Amerîkayî Jake Babian bû; tevî ku Babian di xula yekem de pir êrîşker dest pê kir jî, Namo bi taktîk û berxwedaneke mezin li ber xwe da. Di xula duyem û di çirkeya 58an de, lîstikvanê Kurd kontrola qefesê girt destê xwe û bi teknîka dijwar a stûgirtinê ya ku wekî "Anakonda Choke" tê naskirin, Babian neçarî teslîmbûnê kir.
Bi vê encamê, Namo Fazil gihîşt 10 serkeftinan û di nav qêrînên "Kurdistan, Kurdistan" ên li salonê, deriyên lîga herî bilind a cîhanê UFCyê li pêşiya xwe vekir û piştî maçê ragihand: "Me gotina xwe bi cih anî; ez amade me sibe dîsa bi her kesî re û li her derê şer bikim."
Peyama biratiyê ya Kurd û Ermenan
Namo Fazil piştî maçê, li ser hesabê xwe yê Instagramê daxuyaniyek belav kir û ronahî xiste ser şaşfêmkirina ku di navbera wî û şervanê naskirî Arman Tsarukyan de qewimîbû.
Namo diyar kir ku ew û Arman di heman tîmê de rahênanê dikin û ti pirsgirêkeke wan a şexsî bi hev re nîne. Lîstikvanê Kurd destnîşan kir ku dema wî bertek nîşan dabû, hîn vîdeoya lêborînê ya Tsarukyan a ji bo gelê Kurd nedîtibû û got: "Ez qedrê wê yekê digirim ku Arman xeletiya xwe qebûl kir û lêborîn xwest. Ev mijar ji bo min ne kesî bû, pêwendiya wê bi gelê min re hebû. Kurd û Ermen bira ne û ez hêvî dikim ev babet li vir biqede."