Werzis
Watford bi çar golan Çêlsî asteng kir
Yaneya Çêlsî ya Ingilîzî bi deh lîstikvanan bi encama 4-1 himber yaneya Watford têk çû.
Darên Yanmat, û Cîrard Dîlofû û Robêrto Biyêra golên serkeftinê yê Watford tomar kirin.
Tê zanîn ku Çêlsî sala bûrî bi serkêşiya rahênerê xwe yê nû Antoniyo Kontî xelata xula Ingilîzî wergirtibû.