PeyamaKurd – Piştî aloziyên di xwepêşandanên ku ji roja Înê ve li Bexda û çend bajarên din ên Iraqê berdewam dikin, li Bexdayê qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Li gorî daxuyaniya Fermandariya Operasyonan a Bexdayê, heta fermaneke din di navbera demjimêrên 00.00- 06.00 de, li Bexdayê derketina derve hat qedexekirin.
Derbarê rakirina qedexeyê de ti agahîyek nehat dayîn.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di encama xwepêşandanên 3 rojan de hejmara kuştiyan gihîştiye 74 kesan û 3 hezar û 654 kes jî birîndar bûne.
Xwepêşander bi sedema gendelî, nebûna xizmetguzariyê û bêkariyê hikûmetê protesto dikin. Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî tevî ku soza reforman û başkirina rewşê daye jî xwepêşandan berdewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin