Azar: Derziya Korona ya ewledar û bi bandor, ji peydakirina derziya yekemîn girîngtir e

Azar: Derziya Korona ya ewledar û bi bandor, ji peydakirina derziya yekemîn girîngtir e

PeyamaKurd  - Li cîhanê lêkolînên di derbarê derziya vîrusa Korona de berdewam dike. Herî dawî do, Rûsyayê pesendkirina derziya ku ji aliye wan hatiye çêkirin aşkere kirin. Wezîrê Tenduristiyê û Xizmetên Mirovahiyê yê Amerîka Aleks Azar da zanîn, çêkirina derziya vîrusa Korona ya ewledar û bi bandor, ji peydakirina derziya yekemîn pirtir girîng e.

Li gor Wezîr Azar di serdana xwe ya li Taywanê de diyar kir, ya girîng ne yekemîn kîjan welatî derziya Korona dîtiye ye.

"Armanc derziyek hebe, ji bo gelê Amerîkayê û ji bo gelên cîhanê ewledar û bi bandor be. Girîng e ku pêzanînên eşkere yên derziyê hebe da ku ewlehî û bandora xwe bipejirîne. Di binê însîyatîfa Warp Speed Operation de, xebatên Amerîka yên çêkirina şeş derziyan berdevam dike. "

Amerîka di cîhanê de xwedîyê hejmara herî bilind ya kuştinên û bûyerên vîrusa Korona ye.

Li Amerîka ji ber vîrusê 163 hezaran zêdetir kes mirîne û 5 mîlyonan zêdetir jî pêketî hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin