PeyamaKurd - Nivîskar û şîrovekarê karên navneteweyî Mem Huseyîn di gotara xwe ya di rojnameya The Jerusalem Post de bal kişandiye ser rewşa Kurdan a wekî mezintirîn neteweya bêdewlet a cîhanê û diêje, divê Îsraîl pêngaveke nû ji bo naskirina Kurdan bavêje.
Kurd û bêparbûna ji statuya navneteweyî
Kurd wekî mezintirîn neteweya bêdewlet a cîhanê ku nêzîkî 40 milyon nifûsa wan heye, li qada navneteweyî hîn jî ne xwediyê tu kursî, alayeke fermî an jî nûnertiyeke dîplomatîk ne. Berevajî doza Filistînê ku li Neteweyên Yekbûyî xwediyê statuya çavdêriyê ye û li piraniya cîhana rojavayî xwediyê nûnertiyê ye, pergala navneteweyî ji bo neteweyeke çar qat mezintir ti cih venekiriye.
Zordestiya çandî û qeydên "zimanê nenas"
Ev bêstatûbûn di asta pratîkî de dibe sedema binpêkirinên giran. Li Tirkiyeyê, dema ku li parlamentoyê bi kurdî tê axaftin, ew di qeydên fermî de wekî axaftina "bi zimanekî nenas" derbas dibe. Her wiha zextên li ser nasnameyê sînorên Tirkiyeyê jî derbas dikin; wekî mînak, li Almanyayê qeydkirina navên zarokên Kurd ji ber qanûnên Tirk tê sînorkirin, ku ev yek nîşan dide redkirina nasnameyê di pasaportan de jî berdewam dike.
Pêngava Somalîlandê û siyaseta nû ya Îsraîlê
Di Kanûna 2025an de, Îsraîlê bû yekem dewlet li cîhanê ku Somalîland nas kir û di bihara 2026an de balyoz hatin guhertin. Ev pêngav nîşan dide ku Îsraîl amade ye li dijî îtirazên derdoran li gorî rastiyên li ser erdê tevbigere. Ji ber ku têkiliyên di navbera Enqere û Tel Avîvê de di asta herî nizm de ne û rayedarên Îsraîlî daxuyaniyên tund didin, êdî ji bo Îsraîlê astengiyên berê yên li hemberî Kurdan nemane.
Rexneya li ser siyaseta Kurd û hêza dîasporayê
Huseyîn diyar dike ku pirsgirêka herî mezin a Kurdan ne tenê li derve ye, lê di nava siyaseta wan de ye; tunebûna kongreyeke neteweyî an jî saziyeke ku bi navê hemû gel biaxive, rê li ber hevparên navneteweyî digire.
Lê belê, diyasporaya Kurd dikare vê valahiyê tije bike. Çawa ku doza Cihûyan berî avabûna dewletê bi rêya tora parêzvaniyê ya li cîhanê hate xurtkirin, têkiliyên nû yên di navbera dîasporaya Kurd û Cihû de dikarin di dehsalekê de statuya Kurdan a navneteweyî biguherînin.