PeyamaKurd Taybet – Rewşa gebsoyî ya van salên dawiyê li Kurdistanê diguhere. Piştî rêze-çaksazî û nemana DAIŞê li herêmê, herêma ku ji aliyê neftê ve dewlemend e dîsa dibe qada veberhênanan.
Di malpera lêkolînên enerjî û analîzan Proactive Investors de gotarek/analîzek bi navê “Bîlanço guherî: Kurdistan amade ye ku pêngava duyemîn pêk bîne” hate weşandin.
Di analîzê de tê diyarkirin ku rewşa aborî ya xirab êdî li paş dimîne û di qonaxa nû de her tişt amade ye. Herêma Kurdistanê ji bo kompaniyên petrolê herêmeke cazîb e û êdî yek ji gewretirîn kompaniya enerjiyê ya Amerîkayê Chevron bûye yek ji hevkarên Herêma Kurdistanê ye.
‘KURDISTAN: HERÊMEKA CAZÎB E JI BO KOMPANIYÊN PETROLÊ’
Herêma Kurdistanê ji bo kompaniyên petrolê herêmeke cazîb e û êdî yek ji gewretirîn kompaniya enerjiyê ya Amerîkayê Chevron bûye yek ji hevkarên Kurdistanê.
Piştî demên zor û zehmet, yek ji mezintirîn kompaniyên petrolê General Energy plc (LON: GENL) bûdçe û hilbierînên xwe li herêmê zêde dike. Kompanî ji bo mezinbûnê vebernênanan dike û garantiyê dide hîssedarên xwe.
Nemana fişar û guşarên DAIŞê ya gav bi gav, tê maneya seqamgiriya herêmê. Dahatên petrolê û çendîn çaksaziyên di warê aboriyê de bandorê li ser veguherîna aboriyê dikin.
‘PEYWENDIYÊN HEWLÊR Û BEXDAYÊ XURTTIR BÛN’
Peywendiyên Rêveberiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê niha ji berê baştir in. Ji mûçeyên ku ji Bexdayê bo Hewlêrê jî tê şandin jî diyar e, xebatên kompaniyên petrolê bi awayekî berbiçav baştir bûn.
Her ku diçe piyase baştir dibe. Nirxê senedên hîsseyê ji destpêka sala 2019an û heta niha 40 ji sedî zêdetir bûne û daneyên 2016 û 2017an li paş xwe hişt. nirxên senedên hîsseyê çar qetan zêdetir bû.
‘BI CHEVRONÊ RE PEYMAN HAT GIRÊDAN’
Di heman analîzê de hatiye destnîşan kirin û êdî yek ji gewretirîn kompaniya enerjiyê ya Amerîkayê Chevron bûye yek ji hevkarên Kurdistanê ye.
Palpiştiyeke din a ji bo senedên hîsseyê jî, ji kompaniya pir-netew a enerjiyê Chevron Corporation a amerîkî hat. Kompaniya Chevronê di meha çile de ji bo du projeyên nû li Kurdistanê hat qanîkirin û tê çaverêkirin ku di nava salekê de dest bi xebatên xwe bike.
Kompanî di sala 2019an de, plan dike ku zêdetirî 100 milyon dolarî nakît têxe piyaseyê
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin