Ji rêjîma Esed belavokên serî hildana dijî Kurdan

Dîroka Weşanê :
Ji rêjîma Esed belavokên serî hildana dijî Kurdan

PeyamaKurd / Taybet – Li herêma başûrê Hesekê navçeya Şedadiyê û herêmên rojhilatê Dêrazorê belavokên piştevaniya rejîma Esed dikin û ji xelkê deverên bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) tê xwestin, serî hildin têne belavkirin.

Di wan belavokên ku bi awayekî veşarî têne belavkirin de, bang tê kirin ku li dijî HSDê û Kurdan rabin ser piyan û xwepêşandanan li dar bixin.

Di belavokan de tawanbariyên tund li hêzên Kurd têne kirin û ew wekî dagirker têne binavkirin.

Ev belavok li demekê têne belavkirin ku li hin herêmên wekî Şedadî û Dêrazorê bi taybet ji aliyê erebên wan deveran ve xwepêşandanên protestokirina rêveberiya Kurdî û HSDê têne lidarxistin.

Ji bo 27ê Îlonê banga xwepêşandanan hat kirin

Di wan belavokan de pesnê rejîma Esed tê dayîn û bang tê kirin ku 27ê Îlonê roja Înê li hemû cihên ku lê bin dest bi xwepêşandanên nerazîbûnê bikin. Herwiha hevdem piştî belavkirina van belavokan li ser medya civakî jî li dijî HSDê bangên xwepêşandanê têne kirin ku kesên wan bangan dikin bêhtir alîgirên rejîma Sûriyê ne.

Li dîjî milîsên Îranê jî belavok hatibûn belavkirin

Hêjayî gotinê ye, beriya niha dijî hêzên mîleşeyên Îranê yên dorûbera Dêrazorê jî belavok hatibûn belavkirin û piştre xwepêşandanên protestokirinê hatibûn kirin û li pey jî beşek mezin ji wan hêzan ji niştîgehên dorûbera Dêrazorê vekişiyabûn.

PeyamaKurd / Taybet