NY: 12 milyon mirov li Ukraynayê ji warên xwe bûn

NY: 12 milyon mirov li Ukraynayê ji warên xwe bûn

PeyamaKurd-Neteweyên Yekbûyî bi rêya daxuyaniyekê da zanîn ku ji ber şerê Rûsyayê, bi milyonan mirov ji warên xwe bûne û bi milyonan mirov jî li welatên cîran bûne penaber.

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Koçberiya Navneteweyî Antonio Vitorino, di kurtecivîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de ragihand ku ji 12 milyonan zêdetir mirov bi darê zorê ji warên xwe hatine dûrxistin. Bi berdewamî hat gotin ku 5 milyon mirov ji van jî li welatên cîran bûne penaber.

Vitorino da zanîn ku çiqas êrîşên Rûsyayê li hember Ukraynayê zêde bibin, dê pêdiviyên mezin û zarokan ên derûnî jî ewqas zêde bibin. Hat ragihandin ku divê li hember qaçaxvaniya mirovan a jin û zarokan, destdirêjiya cinsî û tundiyê jî bergirên parastinê hebin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin