PeyamaKurd – Do bi şev grûbekî çekdarên DEAŞ ê êrîşê birin ser çeperên Pêşmergeyan. Fermandarê eniya Mexmûr-Giwêr Sîrwan Barzanî ragihand ku êrîşa li Çiyayê Qereçoxê ji aliyê DEAŞ ê de ji bo ser çeperên Pêşmergeyan hatiye kirin, biserneketiye û Pêşmerge êrîşê têkbirine.
Sîrwan Barzanî ji bo Rûdawê ragihandiye ku do siet di 23.30 an de, DEAŞ ê êrîş biriye ser Pêşmergeyan û piştî şerekî bi 20 deqeyan DEAŞ î hatine têkbirin. Di êrîşê de Pêşmergeyekî sivik birîndar bûye. Wezareta Pêşmerge ragihand ku rewşa Pêşmergê birîndar başe.
Do êvarê seet di 20.10 an de DEAŞ î êrîş biribûn ser baregeha Pêşmerge ya li Pirde û piştî Pêşmerge li wan xistibûn, DEAŞ î reviyabûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin