Erdogan: Ez dê bi Nêçîrvan Barzanî re bicivim

Erdogan: Ez dê bi Nêçîrvan Barzanî re bicivim

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku îro (21.06.2019) Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê dike û hevdîtinekê pêk tînin.

 Erdogan şeva borî beşdarî weşana zindî ya hejmarek kanalên televîzyonê û medyayên civakî bû û derbarê mijarên di rojeva Tirkiyê de axivî.

Erdogan bi gotina “sibe (îro) mêvanekî min ê taybet heye”, diyar kir, înê dê pêşwaziyê li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bike û bi wî re hevdîtinê bike.

Piştî destbikarbûna wî weke Serokê Herêma Kurdistanê, ev dibe yekemîn serdana Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyê.

Herwiha ev serdana Nêçîrvan Barzanî di posta Serokatiya Herêma Kurdistanê de dibe yekemîn serdana wî bo derveyî welat jî.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin