Rojnameya îtalî ji Îmamoglu pirsa 'Rola diyarker a kemîneya Kurd' kir û wî jî bersiv da!

Rojnameya îtalî ji Îmamoglu pirsa 'Rola diyarker a kemîneya Kurd' kir û wî jî bersiv da!

PeyamaKurd – Rojnameya La Stampa ya îtalî bi Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu re hevpeyvînek çêkir. Rojnameyê ji Îmamoglu pirsa di hilbijartinên Stenbolê de, ‘Rola diyarker a Kurdan’ kir.

 ‘Têgeha kemîneyê di rêveberiya min de nîne’

Li gor veguhestina BBCyê La Stampayê ji Îmamoglu pirs kir, ‘Roleke diyarker a Kurdan di hilbijartina te de çêbû. Ji bo vê kêmîneyê tê çi bikî?’.

Îmamoglu li dijî peyva ‘kemîne’ derket û wiha got: "Dê rêveberiya min ne li ser ol û etnîsîteyê kar bike. Di felsefeya rêveberiya min de, têgeha kemîneyê nîne.”

İmamoglu li ser rewşa Tirkiyê ya tê de jî ji rojnameyê re destnîşan kir, niha ji aliyê demokrasiyê ve kêmasî hene, lê têkoşîneke mezin jî ji bo demokrasiyê tê dayîn û got, “Ez bawer dikim dê lêgerîna demokrasiyê ya Tirkiyê biherike bi ser rêya demokrasiyê de.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin