PeyamaKurd – Di Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê de, di nav beşa fîlmê metrajdirêj ê hunerî fîlmê ‘Cîran’ ê Mano Yûsif xelata hêrî baş wergirt.
Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê ku 29ê Hezîrana 2022an destpê kir heta 13ê Tîrmehê bi pêşandana fîlman û bernameyên sînemayê dewam dike.
Xelatên duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê ku ji 4 beşan pêk dihat, îro 4ê Tîrmehê hatin belav kirin.
Di beşa fîlmê hunerî ya dirêj de Mano Yûsif bi fîlma `Cîran` xelata hêrî baş wergirt û di beşa Kurtefîlmê herî baş a dokumanterî de Perwîz Rostemî bi fîlma `Heft Semfoniyên Zagrosê` xelata herî baş wergirt.
Juriyê Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê Nazim Nadîrov li ser fîlmê `Heft Semfoniyên Zagrosê` got, ev fîlm şaheserek e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin