PeyamaKurd - Nivîskarê Kurd û Serokê PENa Navneteweyî Burhan Sonmez, ji aliyê juriya xelatên navdar ên Îtalyayê ve wekî "Şahidê Dema Me" hêjayî "Xelata Hemingway" hat dîtin.
Sonmez, kêfxweşiya xwe anî ziman û destnîşan kir ku di demeke wiha dijwar a ji bo gelê Kurd de wergirtina vê xelatê şanaziyeke mezin e.
Nivîskar Sonmez, bal kişand ser girîngiya nivîsandina bi zimanê dayikê û da zanîn ku êdî Kurd dikarin bi zimanê xwe bibin perçeyek ji edebiyata cîhanê û got ku ew vê xelata hêja li ser navê hemû kesên ku ji bo azadiyê têkoşiyane werdigre.
Sonmez, xelata xwe bi taybetî diyarî "Dayikên Şemiyê" kir û biryar e Sonmez di 27ê Hezîranê de li bajarê Lignano Sabbiadoroyê tevlî merasîmê bibe û li ser wateya şahidbûna serdemê gotarekê pêşkêş bike.
Xelata Hemingwayê ku di sala 1984an de wekî mîrateya nivîskarê mezin Ernest Hemingway hatiye damezirandin, di warê edebiyat û rewşenbîriyê de wekî yek ji xelatên herî bi prestîj ên cîhanê tê naskirin û heta niha kesayetên mîna Slavoj Zizek, Zadie Smith û Annie Ernaux ew wergirtine.
Xelatwergirtina Sonmez rûpeleke nû di karê wî yê serkeftî de vedike. Burhan Sonmez ku parêzerê mafên mirovan e û berî niha ji ber êrîşên siyasî li Londonê hatibû dermankirin, xwediyê xelatên giranbiha yên mîna Vaclav Havel û Orhan Kemal e.
Sonmez ê ku pênc romanên wî yên pêşîn bi tirkî hatibûn weşandin û ji bo 48 zimanan hatine wergerandin, bi romana "Evîndarên Franz K." dest bi nivîsandina kurdî kir û romana wî ya nû "Neynika Sor" jî van rojan ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve tê çapkirin.