PeyamaKurd – Ciwanê kurd Xelîlê Musê yê 14 salî ku ji bajarê Efrînê ye, pirtûkek bi navê ‘Rastiya Efrînê’ nivîsand.
Nivîskarê ciwan Xelîlê Musê yê 14 salî, di pirtûka xwe de behsa dagirkeriya artêşa tirk (TSK) û Artêşa Azad a Sûriyê (ASA) ku di 18ê Adarê de ketibûn Efrînê dike.
'PIRTÛK BEHSA DÎROKA EFRÎNÊ DIKE
Xelîl di pirtûka Rastiya Efrînê de fikr û hestên xwe nivîsandine, herweha ew di pirtûkê de behsa dîroka Efrînê jî dike.
'XELÎL BÛ NIVÎSKARÊ HERÎ CIWAN KU BEŞDARÎ PÊŞANGEHA PIRTÛKAN A QAMIŞLOYÊ BÛ'
Nivîskarê ciwan Xelîl bi vê pirtûka xwe beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Qamişloyê bû. Xelîl di pêşangeha pirtûkan bû nivîskarê herî ciwan.
Xelîlê ku ji 11 saliya xwe ve dinivîse, piştî ku pirtûka wî ya yekem Rastiya Efrînê çap bûye bûye endamê Yekîtiya Nivîskarên Efrînê.
Xelîl dibêje xeyala wî ya herî mezin ew ku tevî malbata xwe vegerê Efrînê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin