Îranê gef li Amerîkayê xwar: Hûn hêza me bizanibin behsa şer nakin!

Îranê gef li Amerîkayê xwar: Hûn hêza me bizanibin behsa şer nakin!

PeyamaKurd- Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îranê Ebulfazil Şikarçî, bersiveke tund da gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump û hişyariyên giran li rêveberiya Washingtonê kirin.

Şikarçî got ku eger şerek rû bide ew ê hemû hebûna leşkerî û berjewendiyên Amerîkayê yên li herêmê bikin hedef û diyar kir, artêşa Îranê û Supaya Pasdaran di rewşa amadebaşiyê de ne û wiha axivî: "Eger rayedarên Washingtonê kapasîte û hêza rastî ya Hêzên Çekdar ên Îranê bizanibûna, wan qet behsa şer nedikir."

Şikarçî di berdewamê de da xuyakirin, her çiqas ew ne alîgirê şer bin jî, ji tu kesî natirsin û amade ne bi her awayî welatê xwe biparêzin.

Berdevkê Hêzên Çekdar hişyarî da ku ew liv û tevgerên Amerîka û Îsraîlê bi hûrgilî dişopînin. Şikarçî herwiha destnîşan kir ku di egera her gaveke "tehrîkkar" a artêşa Amerîkayê de, Îran dê bersiveke "diyarker û wêranker" bide û hemû kelûpelên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê îmha bike.

Hêjayî gotinê ye, tevî daxuyaniyên tund ên baskê leşkerî jî di qada dîplomasiyê de li Cenevreyê hewayeke nermtir hebû. Gera sêyem a danûstandinên nukleerî ya di navbera Îran û Amerîkayê de bi dawî bû û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî diyar kir ku hevdîtin gelekî cidî û dûdirêj bûn. Eraqçî destnîşan kir ku di mijara rakirina cezayan û dosyeya nukleerî de pêşketinên baş çêbûne û deriyê dîplomasiyê hîn vekirî ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin